Yek ji metirsîdartirîn emîrê DAISê ji aliyê HSDê ve hat girtin

Yek ji metirsîdartirîn emîrê DAISê ji aliyê HSDê ve hat girtin

PeyamaKurd – Rêveberê Navenda Ragihandina HSDê bi peyamekê eşkere kir, hêzên HSDê yek ji metirsîdartirîn emîrê DAIŞê girtin.

Rêveberê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn, emîrê ku hatiye girtin, êrîşa li ser Kobaniyê ya sala 2014an jî di nav de, beşdarî gelek êrîşan bûbû.

Rêveberê Navenda Ragihandina HSD Ferhad Şamî destnîşan kiriye, mîrê ku hatiye girtin destê wî di gelek komkujiyan de li dijî hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûye.

Ferhad Şamî di tweeta xwe de wiha dibêje: “Di vê roja pîroz de, hêzên me yek ji emîrên herî metirsîdar ên DAIŞê ku di sala 2014an de beşdarî êrîşa li dijî Kobanê bû û gelek komkujî li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, girtin. Îtirafên wî wê di demek nêzîk de bêne weşandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin