PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di diyaloga xwe ya bi parlementerekî muxalif yê li Meclîsê de sembolên dewletê rexne kir.
Paşînyan got, "Li ser nîşana me çi hatiye teswîrkirin? Nîşanên çar xanedanên Ermenîstanê li ser e, Keştiya Nûh a li Çiyayê Araratê. Dema ku ez li nîşanê dinêrim, li ser vê pirsê dihizirim, çi têkiliya wê bi me heye?"
Paşînyan got, nîşana dewletê garantiya Ermenîstanê ye.
Paşînyan destnîşan kir, ketina Çiyayê Araratê di nava nîşanê de wê feraseta 'axê me bixwe' biafirîne û got, "Ev tê wateya tunekirina me."
Paşînyan da zanîn ku dema ku di sala 1991'an de bingehê dewleta nû hat avêtin, ew fêm nekir çima ev yek pêwîst bû û da zanîn, yê herî zêde ji welatê xwe û dewleta xwe hez dike ew e û got, pêkanînên bi vî rengî bandoreke erenî li psîkolojiya gel nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin