PeyamaKurd – Şaredarê navçeya Bêracûk a Riha ya Bakurê Kurdistanê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin jî di nav de 13 serokên şaredariyên navçeyên Tirkiyê derbasî AK Partiyê bûn.
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, di bernameya 23yemîn salvegera damezrandina AK Partiyê de, rozetê partiyê bi 2 Parlamenter û 13 serokên Şaredariyan ên partiyên din û serbixwe ku derbasî AK Partiyê bûne ve kir.
Yek ji parlamenterê derbasî AK Partiyê bûye Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Seyîthan Îşsîz e ku piştî hilbijartinan ji partiya xwe îstîfa kiribû.
Parlamenterê din jî Ahmet Ersagun Yucel e ku di hilbijartinên sala borî de ji lîsteya CHPê wekî Parlamenterê ÎYÎ Partiyê hatibû hilbijartin lê piştre wî jî îstîfa kiribû û bibû parlamenterê serbixwe.
Serokê Şaredariya navçeya Bêracûkê ya Rihayê Mehmet Begît ku di hilbijartinên 31ê Adarê de ji DEM Partiyê hatibû hilbijartin û mehek piştî hilbijartinê îstîfa kiribû jî derbasî AK Partiyê bû. Erdogan rozeta AK Partiyê bi Mehmet Begît ve kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin