PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Çileyê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyoza Fînlanda ya Iraqê Anu Saarela kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û herêmê û pêşxistina pêwendiyên dualî hate axaftin.
Di civînê de herwiha behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, hate kirin û di vê derbarê de tekezî li girîngiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrolê di zûtirîn dem de, hate kirin.
Di beşeke din de jî parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, ewlehiya hêzên hevpeymanan û nûnerên dîplomatîk ên li Iraqê û girîngiya berdewamkirina erkên wan hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin