PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Rusyayê Şoygu û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Austin, di derbarê ketina balafira kifşê ya li Behra Reş, civînek pêk hanî. Hat ragihandin ku civîn bi însiyatîfa aliyê Amerîkayê hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de ji aliyê Rusyayê ve firîna balafira bêmirov a Amerîkayê wekî provokatif hatiye binavkirin û ji aliyê Amerîkayê ve jî kiryarên Rusyayê wekî 'xetere û bêhiş' hatine pênasekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev pêwendiya telefonê "bi însiyatîfa aliyê Amerîkayê" hatiye kirin û hat gotin ku
“Li ser sedem û encamên bûyera ku di dema ketina balafira bêmirov a Amerîkayê ya li Deryaya Reş de rû da, nêrîn hatin parvekirin. Wezîr Şoygu diyar kir ku sedema bûyerê guhnedana Amerîkayê ya li herêma qedexeya firînê ya ku ji aliyê Federasyona Rusyayê ve di çarçoveya operasyona leşkerî ya taybet de hatiye îlankirin e.”
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) de di derbarê hevdîtinê de hat gotin ku “Kiryarên Rusyayê, xeternak û bêhiş in. Austin bi têlefonê bi Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu re li ser reftarên neprofesyonel, xeternak û bêhiş ên vê dawiyê yên hêzên hewayî yên Rusyayê li qada hewayî ya navneteweyî ya li ser Deryaya Reş axivî. Wezîr Austin tekez kir ku Amerîka dê li cihê ku yasayên navdewletî destûrê bide, bifire û operasyonê bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin