Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî sipasiya Almanya kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî sipasiya Almanya kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema ku parlementoya Almanya ya federal êrîşa komkujiya IŞİDê ya ser Kurdên Êzîdî bi komkujiyê nas kir, razîbûna xwe ji bo biryarê ragihand. Serok Barzanî daxwyaniya xwe bi nivîskî ragihand û weha got:

“Em biryara parlementoya Almanya ya ku komkujiya ser Kurdên Êzîdî bi ‘komkujî’ naskiriye bi teqdîr pêşwazî dikin. Ji ber Almanya destekê daye xelkê Kurdistanê em sipasiya wan dikin. Ji bo dadwerî bi cîh bibe û zilm û zor ji ortê rabe, em dixwazin welatên Rojava jî weka parlementoya Almanya biryaran bidin.”

Roja Pêncşema borî meclisa federal ya Almanya bi partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Kesk û Demokrat Partiya Hur (FDP) re, partiyên di muxalefetê de ji bo teklîfa sûcên IŞİD ê yên ser Kurdên Êzîdî bi komkujiyê nas bike, civiyan. Di civînê de Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, endamên meclisa rûhanî yên Êzîdiyan û şahidên kumkujiyê jî di civînê de amade bûn.

Di dengdanê de bi yek dengî biryar hat qebûlkirin û di meclisa federal ya Almanya de bû qanûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin