PeyamaKurd – Do li ser rêya Çemçemal-Kerkûkê li devera Banî Meqan, xortek di rûdaneke hatûçûnê de can da.
Do roja Pêncşemê 04.11. 2021ê Rêveberiya Navenda Hawarçûnê ya Çemçemalê Helkewt Heme Necim diyar kiriye: ‘‘Cenazeyê xortekî ji bo Navenda Hawarçûna Çemçemalê hatiye anîn ku temenê wî 19 sal e û li ser rêya di navbera Çemçemal - Kerkûkê li devera Banî Meqan otomobîla xwe li wî daye û ji ber wê can daye.
Herwiha Helkewt Heme Necîm daye zanîn, piştî rêkarên pêwîst wê cenazeyê wî xortî ji bo navenda pizîşkiya dadî ya Silêmaniyê were şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin