PeyamaKurd – Li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê, HSDê 4 çekdarên DAIŞê girt.
Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir: “Operasyon ji aliyê Yekîneyên Têkoşîna Terorê li dijî DAIŞê ve hat destpêkirin.
Hêzên me di 30’yê Gulanê de hemleyek li dijî şaneyên DAIŞ’ê li bajarokê Mergede yê rojhilatê Hesekê li dar xist.
Di wê hemleyê de Hêzên me 4 terorîst girtin di nav de serçekdarek heye.
Herwiha çek û cebilxaneya pê re desteser kirin.”
Herwiha HSDê da zanîn, ev şane li dijî hêzên wan û sivîlan êrîşên terorîst pêk dianîn û got: “Van çekdaran, çek û cebilxane ji şaneyên din re peyda dikirin. Her şaneyek ji 4 terorîstan pêk tê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin