PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Çîn û Îranê de, li ser mijarên petrol û gazê peymanên nû hatine îmzekirin.
Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ucî ragihandiye ku di serdana Cîgirê Serokwezîrê Çînê Hu Chunhua ya Tehranê de, çend peymanên nû derbarê pêşxistina qadên petrol û gaza sirûştî de hatine îmze kirin.
Li gorî wezîrê Îranê peymanên hatine îmzekirin berfireh in, piştî hevdîtina Chunhua ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Cîgirê Serokomar Muhammed Muhbîr hatine îmzekirin.
Hatiye diyarkirin ku şandên Îran û Çînê proseya hevkariya stratejîk ya 25 salan jî ji bo veberhênana gelek sektoran nirxandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin