PeyamaKurd- Li navçeya Geverê ya ser sînorê Hekkariya polîsên narkotîkê di erebeyekî de kontrola xwe kirin û di erebê de 62 kîlo eroyîn bidest xistin. Li gor ragihandina beşa polîsan ya narkotîka Hekkariya, ew agahî sitendine ku di erebeyekî de eroyîn heye û wê bibin bajarên rojavayê Anedolê.
Li ser wê agahiyê li noqte ya rawestgehê erebê dane sekinandin û bi xêra seyê ku bêhnê digre, di erebê de 62 kîlo eroyînê dîtine. Li ser bûyerê kesekî hatiye girtin. Lêpirsîna edlî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin