Salih: Ev rûpelek xemgîn e ku wijdanê mirov dihejîne

Salih: Ev rûpelek xemgîn e ku wijdanê mirov dihejîne

PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih di derbarê salvegara komkujiya Şengalê de daxuyaniyek da.

Berhem Salih di daxuyaniya xwe ya ji bo 8emîn salvegera êrîşên çekdarên DAIŞê yên li ser Şengalê de da zanîn: “Em salvegera 8emin komkujiya ku çekdarên DAIŞê li dijî gelê me yê Êzidî pêk anîn û bi armanca bidawîkirina hebûna wan pêk anî, bi êş bi bîr tînin.

Herwiha got: “Ev rûpelek xemgîn e ku wijdanê mirov dihejîne.”

Berhem Salih destnîşan kir, cezakarina kesên ku destên wan di komkujiya çekdarên DAIŞê li dijî Êzîdiyan de heye, erkek û mafekî bêhempa ye û got: “Erka me ye ku em yasaya jinên Êzîdî yên rizgarkirî derxînin û bi dadmendî bi qurbaniyan re mijûl bibin û tazmînata wan bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin