Reîsî: Amerîka, di dorpêçan de bi ser neket

Reîsî: Amerîka, di dorpêçan de bi ser neket

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser polîtîkaya Amerîkayê ya li dijî Îranê axivî û amaje kir ku xelkê Îranê, polîtîkayên leşkerî yên Amerîkayê vala derxistine û dorpêçên ku Amerîkayê li dijî wan danîne jî bi ser neketine.

Li gorî nûçeya ku ji aliyê televîzyona dewletê ya Îranê ve hat ragihandin, Reîsî li paytexta Kazakîstanê ya Astanayê, di Konferansa Hevkariya Asyayê û Bergirên Ewlehiyê yên Zêdekar (CICA) a Lûtkeya 6emîn de axiviye.

Li gorî nûçeyê, Îbrahîm Reîsî daye zanîn ku Îran girîngiyê dide hevkariya gerdûnî û herêmî û polîtîkayeke cîrantiya ku spartiyê rêzdariya li hemberî hev bin. Hat zanîn ku Serokomarê Îranê, di dewama axaftina xwe de gotiye,

“Di vê çarçoveyê de bi taybetî di warê jeopolîtîk, enerjî, ragihandin û çavkaniyên mirovî de ji bo teşegirtina rêxistinbûyînên herêmî û bihêzkirina xwemalîbûnê, her wiha di warê li hember derketina polîtîkayên yekalî de em amade ne ku roleke çalak bilîzin.”

Îbrahîm Reîsî bal kişand ser polîtîkayên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got,

“Bi salan e Amerîka gefên leşkerî û dorpêçan li Îranê dixwe. Xelkê Îranê, vebijêrka leşkerî ya Amerîkayê vala derxist û wekî ku ew jî li xwe mikûr hatin, di warê dorpêçan de jî binketineke biçûkketî bi dest xistin.

Piştî binketina Amerîkayê ya di warê polîtîkayên mîlîtarîzm û dorpêçan de Washington û hevkarên wê dest bi polîtîkayên bêbandorkirinê kirin û di vê mijarê de jî dê teqez bi bin bikevin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin