PeyamaKurd - Ragihandina dewleta Îranê heftane çend xeberan li ser Serok Barzanî û bandora wî ya li Iraqê û Kurdistanê çêdike û di rastiyê de tirsa xwe ya li hemberî şexsiyeta wî derdibire.
Ajansa bi navê Tesnîmê ku ser bi Pasdaran e, di raporta xwe ya taybet de balê dikişîne ser hedef û armancên Barzanî.
Di raporta malperê de tê gotin ku Serok Barzanî careke din dixwaze Hevpeymaniya Kurdistanî li Bexdayê zindî bike. Di dewama wê de jî bal tê kişandin ser tenêtiya Serok.
Herwiha di raportê de tê gotin ku piştî yek sal di ser referandûma bêncam a Kurdistanê re derbas bû, Serok Barzanî careke din dixwaze yekîtiya Kurdan ava bike.
Di vê raportê û raportê mînanî vê de her demê tê gotin ku referandûma Kurdistanê ji aliyê Barzanî ve hatiye kirin, nayê gotin partiyên Kurdan an jî hikûmeta Kurdistanê. Bi taybetî partiyên Silêmaniyê ji dervayî vê têne hiştin û bi tenê Serok Barzanî tê hedefgirtin.
Vê carê jî tê gotin Barzanî dixwaze Kurdan li Bexdayê bike yek.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin