PeyamaKurd – Dadgeha cezayê giran ya 2 yem ya bajarê Hatayê, 9 sal û 7 meh ceza da Yoldaş Selim Çelik ê ku bi paramotorê çûbû Çiyayê Amanos a Hatayê. Çelik ji nava Sûriyê bi paramotorê çûbû nav sînorê bajarê Hatayê û bi leşker û cerdevanan re ketibûn şer û di şer de hevalê wî hatibû kuştin û ew jî sax ketibû dest.
Yoldaş Selim Çelik, kurê parlementerê HDP ê yê Mûşê yê dewra 24 ê Demir Çelike ku berê serokê giştî yê HDP ê bû. Çelik, ji zîndanê di rêya SEGBİS ê tevli celseyê bû lê parêzerê wî di salona dadgehê de amade bû.
Di encamê de dadgeh 9 sal 7 meh ceza da Çelik. Çelik di 21 ê cotmeha sala 2020 an de hatibû girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin