Îsraîlê amedehiya xwe bo lêdana Îranê ragihand: Dem hatiye...

Îsraîlê amedehiya xwe bo lêdana Îranê ragihand: Dem hatiye...

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, piştî êrîşa hefteya borî ya bi dronên Îranê bi ser Keştiya wan li Deryaya Umanê de, ragihand ku ew amade ne li Îranê bidin.

Benny Gantz ji medya Îsraîlê re li ser pirsa 'Hûn amadene li Tehranê bidin?’ gotiye, ‘Belê’ û diyar kiriye ku Îran ji bo tevahiya dinyayê gefê pêk tîne.

Gantz daye xuyakirin ku Îran ji çend bereyan ve xeteriyê çêdike û hebûna xwe ya li Lubnan û Xezeyê zêde dike.

Gantz gotiye, herwiha Îran milîsan dişîne Sûriyê û piştevanên wê li Yemenê jî hene ku Îran hem ji bo herêmê hem jî bi awayê kurewî ji bo cîhanê problem e.

Wezîrê Îsraîlê destnîşan kiriye ku êdî gotin têrê nakin û dema ketina tevgerê hatiye û daye xuyakirin, “Dema hemleyên dîplomatîk, aborî û heta leşkerî hatiye. Heke na wê êrîş berdewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin