Li Kampa Holê meytê mêrekî hat dîtin

Li Kampa Holê meytê mêrekî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Kampa Holê ya Hesekê, meytê mêrekî ku ‎bi guleyan hatiye kuştin hat dîtin.

Li gor zanyariyan, meyt li beşa 6an a Kampa Holê koçberên Sûrî hatiye dîtin.

Hêzên ewlehiyê yên li kampê diyar kirin ku nasnameya kesê hatiye kuştin hîna ne diyar e, lê tê texmînkirin ku ji Sûrî be.

Hêjayî gotinê ye, di nava hefteyekê de 4 kes û di ji destpêka salê ve jî 26 kes li kampê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin