PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di çarçoveya serdana xwe ya 7 welatên Ewropa û Rojhilat Navîn de, serdana Tirkiyê jî dike, lê bi ti rayedarekî tirk re nacive û daxwaza wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu jî red kiriye.
Li gorî ajansa Bloombergê bi rêya çavkaniyên xwe yên taybet ragihandiye, piştî binketina Trump di hilbijartinan de Pompeo wekî xatirxwestin serdana 7 welatan dike.
Pompeo di serdanên xwe de bil serok û wezîrên wan welatan re hevdîtinan pêk tîne lê tenê berpirsên Tirkiyê re nacive û li Stenbolê serdana Dêra Patrîk a Fener dike.
Li gorî nûçeyê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu xwestiye bi Pompeo re hevdîtinê bike, lê Pompeo jê re gotiye, "Heger dixwazî min bibînî ji Enqere were Stembolê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin