PeyamaKurd - Kerem Gerdenzerî ku wek Efsaneya Rock a Kurdî tê naskirin, ji aliyê rêveberiya 7emîn Festîvala Fîlman a Duhokê ya Nêvdewletî ve wek mêhvanê taybet hat vexwendin.
Kerem Gerdenzerî, di sala 1972yan de Kerem Gerdenzerî û çend hevalên xwe Koma Wetan li Gurcistanê ava kiriye û yekem kurd e ku bi awayê rock stran gotiye û albûm derxistiye. Yekem berhemê xwe yê bi navê Bayê Payizê di sala 1989an de belav kiriye û dahata wê berhemê jî pêşkêşî qurbaniyên Helebçê kiriye. Koma Wetan di sala 1991ê de belav bûye.
Di sala 1995an de Kerem Gerdenzerî careke din bi awayekî serbixwe dest bi albûmeke nû kiriye û albûma Azadî li Almanyayê li studyoya Mîr Muzîkê di sala 19972an de derketiye. Dîsa di sala 1999an de li heman studyoyê albûma bi navê Hewar derxistiye.
Di sala 2001ê de albûma wî ya Enstrûmental derketiye û pişt re di 2004an de jî li France Studiyo Masterê albûma stranên bijarte derketiye û herî dawî jî di sala 2013an de li Stenbolê ji albûma wî ya nû bi navê Rojbaş Amed ji Kom Muzîkê wekî du CD derketiye.
Kerem Gerdenzerî ji Kurdên Gurcistanê ye û 6ê Adara sala 1952an de ji dayîk bûye. Niha 67 saliyê ye û li welatê Rûsyayê dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin