PeyamaKurd – Piştî peyama doh 11ê Gulanê ya namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kilicdaroglu ku Rûsya bi destwerdana hilbijartinên 14ê Gulanê tawanbar kir, ji Kremlînê daxuyanî hat dayîn.
Kemal Kilicdaroglu li ser belavkirina hin vîdeo û agahiyên dezenformasyonê di medya civakî de, şeva borî li ser Twitterê peyamek belav kiribû û bi Rûsî-Tirkî gotibû: "Dostên me yên hêja yên Rûsî, doh montaj, kumpas û naverokên deep fake ên li welatê me belav bûn û li pişt kasetan hûn hene. Ger hûn dixwazin piştî 15ê Gulanê dostaniya me dewam bike, destê xwe jî dewleta Tirkan bikişînin.”
Li ser van gotinan îro 12ê Gulanê Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku ew îdiayên Kilicdaroglu dûrî rastiyê ne û got:
“Me bi caran gotiye ku em destwerdana karên navxwe yên welatên din û hilbijartinan nakin. Bi awayekî fermî em beyan dikin ku ti destwerdanek ne mijara gotinê ye. Ger hinekan ew agahî daye Kilicdaroglu, ew derewkar in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin