Biden: Sahjin xanimeke nuwaze bû û ji ber nasîna wê ez gelekî kêfxwes im

Biden: Sahjin xanimeke nuwaze bû û ji ber nasîna wê ez gelekî kêfxwes im

PeyamaKurd –  Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Balyozxaneya Brîtanya ya Washingtonê kir û li wê derê lênivîska ku ji bo şînê hatiye vekirin îmze kir.

Biden û hevjîna xwe do di saetên êvarî de ji Koşka Spî derketin û ber bi Balyozxaneya Brîtanya ya Washingtonê bi rê ketin.

Biden lênivîska ku ji bo şîna Şahjina Brîtanyayê Elîzabetha 2yem ku di 96 saliya xwe de koça dawî kir hatiye vekirin îmza kir û zîvirî ser Balyoza Brîtanya ya Washingtonê Karen Pierce û got: “Şahjin, xanimeke nuwaze bû. Ji ber nasîna wê, ez gelekî kêfxweş im.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin