PeyamaKurd - Hikûmeta Kanadayê ji bo têkoşîna li dijî Îslamofobiyê nûnerekî taybet destnîşan dike.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, li ser hesabên xwe yên Twitter û Facebookê got, “Îslamofobî nayê qebûlkirin. Xilas. Divê em dev ji vê nefretê berdin û civakên xwe ji bo misilmanan ewletir bikin. Ji bo vê jî em dixwazin nûnerek taybet ji bo têkoşîna li dijî Îslamofobiyê damezrînin.”
Hikûmetê Kanadayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku li welatê wan qet Îslamofobî (kîn, cudakarî, dijminatiya li hember dînê Îslamê yan jî Mislimanan” û nefreta bi her awayî nayê qebûlkirin.
Wezîrê kabîneya hikûmeta Kanadayê Ehmed Huseyîn diyar kiriye, biryara hikûmetê ya ji bo diyarkirina nûnerê taybet dê bibe beşek ji stratejiya nû ya hikûmeta Kanada ya li dijî nîjadperestiyê.
Hat ragihandin ku hikûmet bi vê pêngavê dixwaze îradeya xwe ya ji bo piştgirîya civakên misilman ên li welat nîşan bide û li dijî Îslamofobî û tawanên nefretê tevbigere.
Hat diyarkirin, "Îslamofobî ji bo civakên misilman ên li Kanada û cîhanê rastiyeke rojane ye" û hat gotin, wê hûrguliyên li ser rol û erka nûnerê taybet piştre were ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin