PeyamaKurd- Dewletên Rûsya, Îran, Azerbeycan, Kazakistan û Turkmenistanê di mijara statuya Behra Hazarê de li hev kirin. Serokên dewletên Hezarê li Kazakistanê, li bajarê Aktauyê, piştî xebata bi 22 salan, di Zîrwe ya Serokên Dewletên Hazarê de peymanê îmzekirin.
Di zîrweyê de Vladimir Putin, Nûrsûltan Nazarbayev, Hasan Ruhanî, Îlham Aliyev ve Gurbangulî Berdimuhamedov, belgeya ku statuya Hazarê datîne holê îmzekirin. Di zîweyê de Putin axaftinekê kir û got ku zîrwe ne ji rêzê ye û çaxeka nû vedike. Putin weha dewam kir:
“Zîrwe ya îro dewreka nû da destpêkirin û ne ji rêzê ye. Peyman piştî hevdîtinên 20 salan ku statuya hûqûqî ya Behra Hazarê tayin dike, li ser Behra Hazarê bo dahatûya wê, berpirsiyariyan bo me tîne. Di mijara bikaranîna behrê de qaîdeyên zelal datîne ortê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin