Medya Iranê: ’80 Terorîstên Amerîkî mirin’

Medya Iranê: ’80 Terorîstên Amerîkî mirin’

PeyamaKurd - Televizyona Iranê ya Dewletê ragihand ku di êrişa misillema ya Iranê bi ser binkeyên Amerîkî de 80 leşkerên amerîkî hatine kuştin.

Parlamentoya Îranê duh sêşemê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) û artêşa Amerîkayê wek rêxistinên terorîstî nas kiribû û îro jî nûçe bi vî sernavî belav kir: ‘80 Terorîstên Amerîkî mirin!’

 ‘Artêşa Iranê: Divê leşkerên amerîkî ji Rojhilata Navîn vekişin’

Ji aliyê din ve artêşa Iranê piştî êrişa moşekî car din ragihand ku divê leşkerên amerîkî ji Rojhilata Navîn vekişin. Sererkanê Iranê Muhammed Bekiri bi rêya televizyona dewletê ev daxuyanî da:

“Niha piştî ku Amerîka hêza me fam kir, dema wê yekê hatiye ku  ji Rojhilata Navîn vekişe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin