Hafter û Sarrac bi hevre civiyan lê Hafter wext xwest

Hafter û Sarrac bi hevre civiyan lê Hafter wext xwest

PeyamaKurd- Her dû terefên şer yên Lîbyayê Serrac û Hafter li Rûsyayê hatin cem hev. Demekî dirêje ku Îtalya, Tirkiye û Rûsya hewl didin da bi her dû terefan agirbesê çêbikin lê heya niha nebû. Niha her du alî li Moskovayê hatin cem hev û terefê Serrac ku serokê hukumeta rewa tê naskirin, agirbesê erê kiriye lê Hafter heya sibê wext xwestiye.

Li ser mijara agirbesê wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî li Moskovayê ye da her dû alî agirbesê ragihînin. Li gor Çavuşoğlu peymaneka weka reşbelekekî bo wan hatiye amadekirin da her dû alî li serê lihev bikin.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov ragihand ku her dû alî li reşbeleka peymanê bi erênî dinhêrin. Hefteya borî Hafter çûbû Îtalyayê û bi serokwezîrê Îtalyayê re bi Conte re civiyabû. Li ser wê hevdîtinê Conte hat bû mêvanê Erdoğan da navbeynkariya wan qewîtir bibe.

Li gor ragihandina Lavrov û Çavuşoğlu terefê hukumeta ku rewa tê qebûlkirin serokwezîr Fayîz Es Serrac peymanê îmze kiriye lê terefê muxalif general Hafter heya sibê wext xwestiye. Lavrov ragihand ku wê encam bi erênî be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin