PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ziyanên canî yên şerê ji bo kontrolkirina bajarê stratejîk Severdonetsk li herêma Donbassê li rojhilat “metirsîdar” in.
Zelensky di axaftina xwe ya rojane de bi rêya “Telegram” ji Ukrayniyan re, îro sibeha roja Sêşemê da zanîn: “Berdêla mirovî ya vî şerî ji bo me pir giran e. Bi gotineke din “metirsîdar” e.”
Di berdewamiyê de destnîşan kir, dîroka leşkerî bê guman wê Şerê Donbassê, wekî yek ji şerên herî dijwar ên li Ewropayê bi bîr bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin