PeyamaKurd – Serokê Partîya Komarîya Gel (CHP) Kemala Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener li bajarê Tîrkîyê Balikesîrê mîtîngeke hevpar lidarxistin.
Meral Akşener li wê mîtîngê axivî û rexne li Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan girtin. Bi rêya sînevîzyonê dîmenên ku Erdogan di wan da dibêje ‘Kurdistan’ hatin nîşandan. Akşener bo Erdogan, “Ew devera ku tu jê re dibêjî Kurdistan, ev hezar sal e wargeha tirk û tirkmenan e.”
Partîya IYIyê partîyeke mihafezekar û rêgezperst e û bi tundî li dijî kurdan û mafê kurdan û Kurdistanê derdikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin