PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand ku kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi bûyereke bisosret e lê berdewamiya îstiqrara Erebistana Siûdiyê girîng e.
Netanyahu, beşdarî Encumena Hevkariya Balkanan ya ji Bulgaristan, Yunanistan, Romanya û Sirbistanê pêk tê bû li vir der heqê bûyerên Rojhilata Navîn de axivî.
Netanyahu got, kuştina Kaşikçi tiştekî gelekî xerab e lê di heman demê de ji bo îstiqrar û pêşketina herêmê gelekî girîng e ku Erebistana Siûdiyê îstiqrara xwe biparêze. Ewî got: "Ev bûyer girîng e lê Îran bûyereke girîngtir û tirsnaktir e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin