PeyamaKurd- Rêvebiriya Joe Biden plan dike ku qedexeyên serdema pandemiyê bikar bîne da ku hejmareke mezin a ji koçberên Kubayî, Nîkaragûayî û Haitî yên ku li ser sînorê başûrê rojavayê welêt hatine girtin, berbi Meksîkayê ve vegerîne.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku plana navborî di vê pêvajoyê de derket pêş ku li wir nîqaşên li ser dewamkirina qedexeyên serdema pandemîk ku wekî "qanûna 42emîn" tê zanîn, di meriyetê de bûn.
Hat diyarkirin ku biryara yekem car di Adara 2020an de di bin serokatiya serokê berê yê Amerîkî Donald Trump de hatibû weşandin, piştrast dike ku koçberên sînor derbas dikin, beriya ku karibin penaberiyê werbigirin, ber bi Meksîkayê ve werin dersînorkirin.
Rêzikên nû yên ku ji bo koçberên Kubayî, Nikaraguayî û Haitî hatine plansazkirin jî dê li gorî bernameyek heyî ya ji bo Venezuelayîyan ku di Cotmehê de hatî destpêkirin de were çêkirin.
Têkiliyên dîplomatîk ên sar ên di navbera Amerîka û Kuba, Haîtî û Nîkaragûayê de dersînorkirina koçberan ji bo van welatan zehmet dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin