PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî piştî civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de got: “Me bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re danûstandineke avaker kir. Li ser rewşa navxweyî ya Iraq û deverê nerînên me yên hevpar hebûn."
Di daxuyaniya hevpar a bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de Serok Barzanî dilxweşiya xwe ya ji bo serdana xwe ya Bexdayê û civîna bi Sûdanî re destnîşan kir û ragihand ku armanca serdana wî ya Bexdayê, bihêzkirina wan bizavên ku beriya niha ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatine kirin ku bûne sedema başbûna pêywendiyên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî, ji ber di dema borî de ji bo başkirina pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê hewl dane spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hemî berpirsên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê kir û pesnê wan da.
Serok Mesûd Barzanî di derbarê naveroka civîna xwe û Serokwezîrê Iraqê de jî ragihand ku wan danûstandineke avaker pêk anîne û di derbarê rewşa navxweyî ya Iraq û deverê de ew û Sûdanî gihîştine hin nêrînên hevpar û got: "Em ê li ser hevahengî û alîkariyê hewlên xwe bidomînin.”
Serok Barzanî tekez jî kir, “Eger niyetên baş hebin, çi arêşe nabin ku ji bo çarekriinê zehmet bin. Spas ji bo Xudê ev niyet hene û birayê min Serokwezîrê Îraqê bi van niyetan serkirdetiya welatî dike. Bi wan niyetên em gehandine vê rewşa asode, em hêvîdar in encamp di berjewendiya hemî Îraqiyan de bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin