Kazimî bi fermî ji bo erka Serokwezîriyê hat erkdar kirin

Kazimî bi fermî ji bo erka Serokwezîriyê hat erkdar kirin

PeyamaKurd – Piştî ku Ednan Zurfî ji erka avakirina hikûmeta nû ya Iraqê xwe vekişand, Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi fermî wekî kesê sêyemîn Mistefa Kazimî bo Serokwezîriya Iraqê erkdar kir.

Doh Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya herêma Kurdistanê bo Kazimî eşkere kiribû ku aliyên şîe û sûnî jî piştgiriya wî dikin.

Îro 9ê Nîsanê piştî vekişîna Ednan Zurfî, Serokomar Berhem Salih, Serokê berê yê Îstixbarata Iraqê Mistefa Kazimî ji bo avakirina hikûmetê raspart.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin