Zelensky: Bila bi santaja Pûtîn nexapin, bawer nakim bikar bîne!

Zelensky: Bila bi santaja Pûtîn nexapin, bawer nakim bikar bîne!

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser ragihandina seferberiya qismî û gotinên Pûtîn ên derbarê bikaranîna çekên nukleerî li dijî Ukraynayê daxuyanî da rojnameya Bild a Alman.

Zelensky da zanîn ku haya wan ji ragihandina seferberiya qismî ya Rûsyayê heye û li ser îhtimala bikaranîna çekên nukleerî li dijî wan jî got: "Ez bawer nakim Rûsya çekên nukleerî bikar bîne. Bila welatên Rojavayî bi şantaja Pûtîn nexapin.”

Serokê Ukraynayê li ser ragihandina seferberiya qismî jî diyar kir ku ev nîşan dide ku pirsgirêkên Rûsyayê yên efseran û personelên din ên serbazî hene û wiha got: “Em ji xwe dizanin ku xwendekarên leşkerî û zilamên nikarin şer bikin xistine tevgerê. Ev mirov nikarin şer bikin. Hat cem me û mirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin