PeyamaKurd – Serokê 45emîn ê Amerîkayê ku di hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdarê de li hember namzetê Demokrat Joe Biden bi ferqeke mezin bin ketiye, hê jî îdia dike ku wî hilbijartin winda nekiriye.
Trump ku hemû parvekirinên wî yên medya civakî wekî peyamên xelet ji aliyê Twitterê ve têne nîşankirin, car din li ser Twitterê îdia kir, “Ji ber ku hilbijartin bi hîle bû Biden qezenc kir.”
Herî dawî li gorî encamên hatine eşkerekirin, Joe Biden gihîştibû 290 delegeyên hilbijêr ku 270 delege besî hilbijartina serokê Amerîkayê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin