PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan Sûriyê (SANA) kur bi ser hikûmeta Sûriyê ve daye xuyakirin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ev du rojin nahêlin xebatkarên stasyona avê li Hesekê biçin ser karê xwe.
Li gorî nûçeya SANAyê jêderekî fermî yê ji hikûmeta Şamê ragihandiye, ‘Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rê nade xebatkarên fermangeha avê, li taxa Ezîziye, biçin ser karê xwe, da ku xizmetê bigihînin welatiyan.’
Doh jî xelkê bajarê Hesekê, li dijî girtina ava bajêr ji aliyê Tirkiyê ve, xwepêşandan kiribûn û li dijî helwesta HSDê jî derketibûn.
Hêzên Tirkiyê û milîsên hevpeymanên wê, du roj berê av li ser bajarê Hesekê û derdora wê girtin û nehiştin stasyona avê ya Elok bixebite, ku ava bajêr dabîn dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin