Dorpêçên nû yên ser Rûsyayê hatin pejirandin

Dorpêçên nû yên ser Rûsyayê hatin pejirandin

PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê paketa 8emîn a dorpêçên ser Rûsyayê ku piştî îlhakkirina 4 herêmên Ukraynayê yên Donetsk, Luhansk, Zaporijya û Hersonê hatibû amade kirin, bi fermî pejirand.

Hat ragihandin ku mebesta dorpêçên nû lawazkirina aborî û tevgera leşkerî ya rûsî û zêdekirina fişara ser hikûmeta Rûsyayê ye.

Di pekêta nû ya dorpêçan de, li ser hinardekirina petrola xam û berhemên petrolê bi riya deryayî astengî hatin danîn.

Herwiha di çarçoveya dorpêçên nû de, fînansekirin û xizmetên teknîkî û şêwirmendî yên bo Rûsyayê jî ji Kanûna 2022yan pê ve hatin qedexekirin.

Li gorî dorpêçan, zemîna yasayî ya bihayê tawan ê petrola rûsî bo welatên sêyem jî hat amadekirin.

Dîsa di pakêta nû de, kes û saziyên di referandûmên neyasayî yên Ukraynayê de cî girtine û nûnerên sektora pîşesaziya leşkerî ya Rûsyayê jî tevlî lîsteya dorpêçan hatin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin