Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê re gesedanên Kurdistan û aloziya Rojhelata Navîn gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê re gesedanên Kurdistan û aloziya Rojhelata Navîn gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Stephen Hitchen kir.

Serok Barzanî û Stephen Hitchen di hevdîtinê de geşedanên dawî yên Herêma Kurdistan û Iraqê û aloziyên Rojhilata Navîn nirxandin û di derbarê pêngavên çareserî û aramkirina rewşê de danûstandinan kirin.

Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku navçe nikare aloziyên zêdetir ragire û pêwîstiya herêmê bi aramî û ewlehiyê heye.

Di dîdarê de pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bandora erênî ya serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî ya Bexdayê û hevdîtinên wî yên ligel aliyên siyasî yên Iraqê û balyoz û nûnerên welatan jî hatin nirxandin.

Di dîdarê de herwiha rewşa Şengalê, pêwîstiya asayîkirina rewşa navçeyê û cîbicîkirina rêkeftina Şengalê jî hate gotûbêjkirin.

Serok Barzanî di derbarê rewşa Şengalê de hewl û qurbanîdana rizgarkirina Şengalê û têkşikandina DAIŞê bi bîr xist û gazinên xwe yên di derbarê hebûna hin hêzên neyasayî destnîşan kir. 

Serok Barzanî anî ziman ku divê li Şengalê rê li asayîbûna rewşê bê vekirin û vegera xelkê ya ser mal û milkên xwe bê mîsogerkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin