Li Mêrdînê TIRekî û otomobîl li hev ketin: 6 birîndar

Li Mêrdînê TIRekî û otomobîl li hev ketin: 6 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Diyarbekir û Mêrdînê, nêzî sêrêya Şemrexê (Mazıdağ) TIRekî û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa yekî xerabe û li nexweşxanê hatiye entubekirin.

Qeza, li dora nîvro li feleka ser rêya Diyarbekir-Mêrdîn-Mazidağı (Şemrex) çêbû. Di qezayê de Mehmet K. (35), Rojbin N. (31), Suphiye N. (11), Rojbin N. (40), Halil Ç. (31) û kesekî nasnama wî nehat zanîn birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirmeyan piştî çûn ciyê bûyerê, birîndaran şandin nexweşxana Mêrdînê ya perwerdê û lêkolînê. Kesekî navê wî nehat zanîn, hat entubekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin