PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew ji ber destbikarkirina Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ne çaverê ne ku di siyaseta Îranê de guherîneke bi bandor bike. DYAyê, li gel vê jî dîplomasiyê wek rêya herî bi bandor a rûbirûbûna bernameya nukleerî ya Îranê destnîşan kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya DYAyê Matthew Miller, di daxuyaniya rûtîn a wezaretê de, di derbarê hilbijartina Serokkomariyê ya Îranê, bernameya nukleerî ya vî welatî û nêzikahiya DYA ya ji siyaseta wê de nirxandinan kir.
Berdevk Miller got: "Washington, ji destbikarkirina serokomarê nû Mesûd Pezeşkiyan çaverê nîne ku di siyaseta Îranê ya giştî de guherînek pêk bê.”
Mattehew Miller destnîşan kir ku DYA herdem gotiye ku dîplomasî rêya herî bibandor a gihîştina çareseriyan e û bi vê rîwangeyê nêzîkî bernameya nukleerî ya Îranê bûye .
Miller got: “Îran bi mezinkirina qeyrana li gel xwe, li çaraliyê cîhanê, me dûrî çareseriyeke dîplomatîk a watedar dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin