PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Diyarbekirê axivî û da zanîn; ji beriya desthilatdariya AK Partiyê gelek fişar li ser Kurdan hebûn, lêbelê bi hewldanên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dawî li wan fişaran hat û êdî Kurd dikarin bibêjin ‘em Kurd in’.
Suleyman Soylu di axaftina xwe de got: “Serokomarê me Recep Tayîp Erdogan wê roja Şemiyê bê Diyarbekirê. Her gava ku Serokomarê me yê rêzdar tê Diyarbekirê, gelek mizgîniyan dide. Em bawer in wê dîsa hin mizgîniyan bide.”
Soylu eşkere kir: “Ev der bajarê eshabe û pêxemberan e. Aramiya li vir bandorê li Iraq, Sûriye, Erbîl, Bexda, Şam, Heleb, Afxanîstan û Pakîstanê jî dike. Me gelek pirsgirêk jiyan, lê belê me sebir kir û me gelek ji van pirsgirêkan çareser kirin.”
Herî dawî destnîşan kir: “Her kes niha dikare bi nijada xwe pesnê xwe bide, Kurd dikare bibêje ez Kurd im; ev şoreşek e. Oldar nediwêriyan bêjin ew oldar in, Elewiyan behsa xwe nedikirin, lê îro her kes bi azadî xwe îfade dike. Em neviyên Mewlana, Hecî Bektaş, Îdrisê Bidlîsî û Ehmedê Xanî ne. Em miletekî mezin in. Hîn gelek karên ku em bikin mane.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin