Dadgehê 9 sal û 8 meh ceza da Seroka CHPê ya Stenbolê

Dadgehê 9 sal û 8 meh ceza da Seroka CHPê ya Stenbolê

PeyamaKurd – Seroka Rêxistina Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ji ber parvekirinên xwe yên twitterê yên 6 sal berê bi giştî bi 9 sal û 8 meh û 20 rojan hat cezakirin. Lê biryara girtinê nehat derxistin ku ev biryara dadgeha Stenbolê li benda biryara Dadgeha Îstinafê bimîne.

Di danişîna îro ya li Dadgeha Cezayê Giran a 37an a Stenbolê de, Kaftancioglu cara sêyem derket pêşberî dadgehê û parastina xwe kir. Di danişînê de serokê 80 bajaran ên CHPê, parlamentar û rêveberên CHPê amade bûn.

Dadgehê bi hincetên ku li ser medya civakî û di bernameyên televizyonan de, propagandaya terorê û heqareta li serokomarê Tirkiyê kiriye, bi tevahî 9 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da Canan Kaftancioglu û cezayê wê jî paş nexist.

Kaftancioglu bi serkeftina xwe ya bidestxistina şaredariya Stenbolê ji destê AK Partiyê tê zanîn.

Kaftancioglu li dadgehê di parastina xwe de got ku wê ne heqaret li serokomar kiriye ne jî propagandaya terorê kiriye û ne 17 sal 27 salan jî ceza bidin ew dê heqîqetê bibêje.

Seroka CHPya Stenbolê herwiha dema gotina wê ya dawî hat pirsîn jî bo heyeta dadgehê wiha got:

“Ev dê qet nebe gotina min a dawî. Demasala me dest pê kiriye. Wî (Erdogan) winda kir, me wek 80 milyon qezenc kir. Biryar çi dibe bila bibe, ezê ji nêrîn û gotinên xwe venegerim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin