Pentagon: Ji bo wan belgeyan, lêpirsîn hat destpêkirin

Pentagon: Ji bo wan belgeyan, lêpirsîn hat destpêkirin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên berevaniya Amerîkayê ve hat ragihandin ku belavbûna belgeyên veşartî yên Amerîka û NATO yên li ser şerê Ukraynayê ya li ser medyaya civakî, bûye sedema lêpirsînê.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku li ser Twitter û Telegramê ku planên şer ên veşartî yên Amerîka û NATOyê eşkere kirine ku armanca wan xurtkirina hêzên Ukraynayê ya li dijî Rusyayê ye, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di nûçeya New York Timesê de bal hat kişandin ku di belgeyên nepenî yên dan û stendinên di navbera Amerîka û Ukraynayê de ya di derbarê êrîşa dijber a Ukraynayê ya li dijî Ukraynayê de ji bo Rusyayê agahiyên bi kêr ên wekî hejmara leşker û çekên Ukraynayê hene.

Hat destnîşankirin ku di belgeyên resen de hin guhertin hatin kirin û hejmara leşkerên Rusyayê yên hatin kuştin kêm bû. Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku eşkerebûna hûrgiliyên şandina çekan ji bo Ukraynayê û wêneyên artêşa Ukraynayê ji bo îstîxbarata Amerîkayê, binpêkirineke gelek cidî ye.

New York Times nivîsand ku hewildanên rayedarên Amerîkî ji bo jêbirina postan bi ser neketin. Berdevka Pentagonê Sabrina Singh got, "Em nûçeyên têkildarî parvekirinên medyaya civakî, dinirxînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin