PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di panela Forûma MERÎ ku îro 26ê Cotmehê dest pê kir û du rojan berdewam dike de axivî û got, “Bi yasayî divê Serokatîya Herêma Kurdistanê rola hebûna sîwana hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bibîne.”
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Daxwazên Herêma Kurdistanê zelal in û tiştê ku em dixwazin ew e ku destûr li Iraqê bê bicihkirin ku heta niha nehatiye bicihanîn.”
Serokê Herêma Kurdistanê got, “Suneyên Iraqê bi berdewamî ji paşeroja xwe ditirsin. Şîe ji pêşerojê ditirsin. Kurd jî li Iraqê hem ji paşeroj, hem ji pêşeroj û hem ji rewşa xwe ya niha ditirsin.”
Çend têbiniyên ji axaftina Nêçîrvan Barzanî li Forûma MERÎ wiha ne:
Eger PKK van kêşeyan dirust neke, em gelek bi hêsanî û bi dengekî bilind dikarin ji Tirkiyê re bibêjin 'Mafê tune ye ku tu vî karî bikî'. PKK ne rêz li biryar û saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre, ne pabendî ti biryareke Parlamentoya Kurdistanê bibe, ku ji destpêkê ve gelek eşkere dijayetiya parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, divê em ji Tirkiyê li benda çi bin! Loma divê PKK siyaseta xwe ji ber çavan derbas bike û nabe Herêma Kurdistanê bibe jêdera êrîşê, ne ji bo Tirkiyê û ne jî ji bo Îranê.
Ne tenê li sînor, li nav Iraqê jî PKK bûye serêşî û sedema sereke ya cîbicîknekirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê jî PKK ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin