PeyamaKurd – Êrişa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Di encama operasyonê de gelek sivîl dibin qurbanî û bi sedhezaran xelk cih û warên xwe koçber dibin.
Tirkiyê bi operasyona Rojavayê destûr û nîzama navdewletî binpê dike, ji ber vê jî gelek dewletên cihana medenî bi awayekî rijd li dijî biryarê derdikevin.
Ji bo dawî li operasyonê were kampanyayeke îmzeyî hatiye destpêkirin.
Di metna kampanyayê de armanc ew e ku 250 hezar îmze bêne komkirin.
Di metnê tê gotin ‘li jiyana Rojavayê xwedî derkeve, bila peymanên firotina çekan bo Tirkiyê bêne rawestandin’ û ‘bo jiyana medenî ev hewildaneke gelek metirsîdar e’.
Em bi vê kampanyaya îmzeyî bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku operasyonên li dijî Rojavayê rawestînin bêyî ku zêdetir tawanên şerî pêk bînin û jiyana zêdetir sivîlan bixin bin metirsiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin