Rojhilat I Çalakvanên PDKÎ navên bi dehan tabelayên pasdarên kustî res kirin

Rojhilat I Çalakvanên PDKÎ navên bi dehan tabelayên pasdarên kustî res kirin

PeyamaKurd – Çalakvanên endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li bajarê Sine çalakiyek li dar xistin û navên pasdarên kuştî yên rejîma Îranê yên li ser tabelayan reş kirin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, cihên ku tabelayên wan hatine reşkirin tabelaya Bulwara Fatimeya Esedî, Bulwara 22yê Behmen û Bulwara Şeblî û gelek tabelayên din in.

Endam û alîgirên PDKÎyê di wê çalakiyê de, bi diruşmên “Bijî PDKÎ û serkeve Rasan” li dar xistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin