PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê rêkeftina navbera Tirkiye-Rûsyayê de daxuyanî da û derbarê pêşniya Almanya de ragihand, pêwîstî bi herêma ewle ya navdewletî nîne.
Herwiha li gorî daxuyaniya Rûsyayê artêşa Tirkiyê derbasî nav bajarên Minbic û Kobaniyê nabe ku îro polîsên leşkerî yên rûsî li nav Kobaniyê dest bi dewriyeyên leşkerî kiribûn.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê jî tevî nexşeyekê daxuyaniyek li ser bicihanîna rêkeftina bi Tirkiyê re belav kiribû û tê hurgiliyên bicihanîna wê rêkeftinê nîşan dabûn.
Li gorî rêkeftinê artêşa Sûriyê 15 xalên kontrolê li seranser sînorê Rojavayê Kurdistanê çêdike ku herêma navbera Girê Spî û Serêkaniyê tê de cî nagire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin