PeyamaKurd – Cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê ji karên mirovî berpirs Martin Griffiths ragihand ku Talîbanê ji Neteweyên Yekgirtî daxwaza ‘rêbebirê’ kiriye.
Martin Griffits li Kabîlê bi Talîbanê re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê bi rêya vîdeokonferansê civîna çapemeniyê lidarxist. Griffiths ji bo Talîbanê gotiye ku ji bo alîkariya mirovî, divê bi hevre bixebitin û divê bilez alîkarî bigihê xelkê Afxan.
Griffith got ku Talîbanê ji bo alîkariya mirovî bigihê Afxanistanê garantî daye Neteweyên Yekgirtî, li ser mafên jin û keçan, ji bo perwerdê bi Talîbanê re axifiye.
Martin Griffiths di xwauyaniya xwe de ragihand ku Talîban ne weka 20 sal berêye û weha got:
“Temamê lîderên Talîbanê ji me re gotin ku pêdiviya wan bi rêberiyê heye û berya dest bi rêvebiriyê bikin divê ji wan re rêberî bêkirin.”
Driffiths li ser rêjeya kesên pêdiviyên wan bi çi heye got ku 18 mîlyon pêdiviya wan bi alîkariya mirovî, 14 mîlyon pêdiviya wan bi xidayê, 9 mîlyon kes pêdiviya wan bi avê heye. Li Afxanistanê 600 hezar kes jî ji ser cîh û warên xwe derketine.
Wê NY di 13 ê êlûnê de, di asta wezîran de li Îswîçre li bajarê Cenevrê konferansa alîkariya mirovî lidardixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin