Konferansa Kurdistan Landika Pêkvejiyana Astiyane dest pê kir

Konferansa Kurdistan Landika Pêkvejiyana Astiyane dest pê kir

PeyamaKurd – Li Hewlêrê îro Yekşemê 18ê Hezîranê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konferansa Kurdistan Landika Pêkvejiyana Aştiyane ye dest pê kir.

Konferans ji aliyê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Hewlêrê ve tê organîzekirin ku îro Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Gotara Nefretê ye.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Peştîwan Sadiq gotarek pêşkêş kir û got, gotara nefretê bandoreke neyînî ya mezin li ser aştî, pêkvejiyan û mirovahiyê dike û li dijî aramiya civakê ye.

Peştîwan Sadiq destnîşan kir, li Kurdistanê hem azadiya olî û hem jî azadiya peristinê heye ku li piraniya navçeyên din ên Rojhilata Navîn tune ye.

Sadiq diyar kir, “Ji ber vê yekê Kurdistan wek mînaka pêkvejiyanê ji bo konferansên navneteweyî tê vexwendin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin