Fazil Mîranî: PKK dibêje doza wan ya netewî tine, hun çima li çiyane?

Fazil Mîranî: PKK dibêje doza wan ya netewî tine, hun çima li çiyane?

PeyamaKurd – Sekreterê Polîtburoya PDK ê Fazil Mîranî ragihand:

“PKK dibêje doza me ya netewî tineye. Başe hun çima li serê çiyane?”

Bi sedema hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê, sekreterê PDK ê Fazil Mîranî li bajarê Duhokê di bernameyekî de axifî û balê kişand ser xebatên PKK ê ku li ser axa Tirkiyê tevgeran nake û li Herêma Kurdistanê tevgeran dike.

Mîranî ragihand ku PKK berê digot wê 4 perçê Kurdistanê azad bike, paşî dest bi daxwaza mafên îdarî û netewî kir û piştî mezinê wan hat girtin, daxwaza rêvebiriya demokratîk kir. Mîranî got ku kesên di herêmên xwe de şer nakin, nikarin mafên xwe biparêzin û weha dewam kir:

“PKK dibêje doza me ya netewî tineye. Başe hun çima li serê çiyane? Demokrasiya li Tirkiyê heye, li Sûriyê, Iraq û Îranê tineye. Bi rêya demokrasiyê de xebatên xwe dewam bikin.”

Mîranî ragihand ku 2 meh berê hukumeta Tirkiyê ji HDP ê re 100 mîlyon dolar pere daye û Tirkiye li gor qanûnan mecbûre wan pereyan bide HDP ê û ev li Sûriyê, Iraq û Îranê tineye. Mîranî got ku PKK ji bo Herêma Kurdistanê biroxîne çûye Herêma Kurdistanê û weha dewam kir:

“ Ew hatin damezrandin da Kurd nebin xwediyê ti mafî. Eger ne wisa be, wê ne li ser xetta Şengal, Kelar, Xaneqin û Silêymaniyê bûna. PKK li Silêmaniyê destê xwe xistiye nav karên îdarî û ev bi endîşeye. PKK gêncên Kurdan dike qurbanî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin