PeyamaKurd- Bi erêkirina serokkomariya Tirkiyê, tatîla cejna Remezanê bû 9 roj. Fermana îdarî ya di derbarê tatîla cejna Remezanê de, bo hemû dezge û saziyên hukmî hatin şandin.
Li gor fermanê; tatîl di roja 3 yê hezîranê, roja duşemê destpêdike û heya 6 ê hezîranê roja pêncşemê dewam dike. Li gor fermanê, wê xebatkar roja duşemê nîv roj bi îzin bên hesabê û pêncşem û înê nên ser kar. Bi vî awayî tatîl derdikeve 9 rojan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin