Hêzên Hevpeymanî : Me dronekî li Tenefê têksikand

Hêzên Hevpeymanî : Me dronekî li Tenefê têksikand

PeyamaKurd - Rêveberê Ofîsa Ragihandinê ya Artêşa Sûriyeya Azad Ebdulrezaq el-Xidir ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dronek li nêzîkê baregeha Tenefê xistiye xwarê.

El-Xidir da zanîn ku roja Şemiyê derdora demjimêr 9ê êvarê dronek ketibû asmanê navçeya 55 ku baregeha Tenefê lê ye, lê beriya ku dron bigihîje baregaha leşkerî, ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ve hatiye têkşikandin û bêyî ku ti ziyanekî li pey xwe bihêle, li çolê ketiye xwarê.

Rêveberê Ofîsa Ragihandina Artêşa Sûriyeya Azad dîsa diyar kir ku hêzên wan bi hevbeşî li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser erkê xwe berdewam in û ji bo parastina navçeyê amade ne.

Hêjayî gotinê ye ku grûpên bi ser Îranê ve di van demên dawî de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê êrişên xwe yên li ser baregehên Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî zêde kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin