PeyamaKurd- Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî, di derbarê hevdîtina serokên Misir û Suriyeyê ku tê payîn di dawiya meha bê de bê kirin, şîroveyeke balkêş kir.
Li ser hegera ku di dawiya meha nîsanê de Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û Serokê Suriyê Beşar Esad bicivin, Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî ragihand ku Misir û Suriye, ji bo vegerandin û asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk ên piştî qutbûna deh salan, di dan û stendinên pêşkeftî de ne.
Li gorî rojnameyê, ev dan û stendin di demekê de ne ku welatên Ereban hewil didin pêwendiyên xwe bi rêjîma Suriyeyê re asayî bikin û ev pêşveçûnên bilez jî nexşeya erdnîgariya siyasî li Rojhilata Navîn dê ji nû ve xêz bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin